ROJEVA 21'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Rayedarê Cemiyet-î Îslamî Hacî Khalîl û ji fermandarê Talîbanê Mowlawa Khanan ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku çarenûsa gelên Efganîstanê û gelê Kurd weke hev e.
- Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê: Em qirkirina çand, ziman û nîjadê careke din mehkûm dikin û dibêjin, têkoşîna me ya li dijî van kiryaran wê bi mirovahiya pêşverû re heta serketinê bidome.
- Parlamenterê Swîsreyî Raoûl Jaeggî got, "Ji ber ku ti rê li pêşiya mirovan nehate hiştin, mirovan ji bo îfadekirina fikrê xwe dest bi greva birçîbûnê kirin" û diyar kir, tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye.
- Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Gûrbet Yavûz diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê bi rêya derûnnasan li gel girtî û malbatên girtiyan hevdîtin pêk tînin û dixwazin girtî dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger berdin.
- Êrîşa polîsan a li bajarê Newport ê Gallerê ku dawiya hefteyê li dijî aktîvîstên Kurd pêk hatibû, kete rojeva Meclîsa Gallerê. Parlamentera Plaîd Cymrû Bethan Sayed ji hikumetê daxuyaniyek xwest ji bo careke din polîs bi vî rengî tevnegere.
- Girtiyên li girtîgeha Kandirayê ku 66 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin, "Em êdî daxwaza azadiyê ya gelê xwe bi statuyê misoger bikin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em amade ne bidin."
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed diyar kir, 31'ê Adarê di hilbijartinê de wê du xet li dijî hev têbikoşin; Xeta demokrasiyê ku li dora azadiya jinê tevdigere û xeta faşîzma reş û tarî.
- Di 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn de ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata navîn banga yekîtiyê hate kirin.