ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Çend ji sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têne lidarxistin wê werin şopandin.
Wê çalakiyên Newrozê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropa bê şopandin.
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Bakir got: “Ji bo 21’ê Adarê hemû amadekariyên Newrozê qediyan e, tedbîr hatine girtin. Bang li gelê xwe dikin ku bi cil û bergên gelerî, bê ku kodên xwe yên HES ji bîr bikin, vedixwînin qadê.”
Parlementerên Elman ên diyar kirin ku bi girtina HDP’ê re wê demokrasiya ji ber rejîma Erdogan mayî jî tine bibe gotin: “ Heta dawî em ê li gel HDP’ê bin.”
Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek: Ji bo Kurdan tenê qada siyasetê nemeclîs e, meclîs eniyek girîng e û divê bi awayek hêsan neyê berdan. Lê eger ku ti rê nemîne cihê siyaseta Kurdan kûçeyên Amedê û bajarên din yên Kurdisanê ne.