ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser sînorê Efrînê diqewimin û êrîşên artêşa Tirk wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK Karayilan li dijî hewldanên sorkirina şovenîzmê bang li gelên Tirkiyeyê kir û got, "Ne Tirkiye û gelên wê, lê rejîma AKP-MHP'ê di rewşeke xetere de ne û wê têk biçin."

- Şêniyên Başûrê Kurdistanê li ber hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê rabûn û gotin, di her şert û mercî de ew bi gelê Efrînê re ne. Başûriyan destnîşan kirin ku wê berxwedanek ji ya Kobanê mezintir bê nîşandan.

- Tevgera Azadî ku li Başûrê Kurdistanê yekemîn partî ye ku di rêveberiya wê de gelek jin cih digirin, duh kongreya xwe pêk anî. Jin û ciwanên tevlî kongreyê bûn gotin, Tevgera Azadî cihê çareseriya pirsgirêkan e.

- Dewleta Tirk wê li gelek bajarên Ewropayê were şermezarkirin.