ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Li Eyeleta Bayern a Elmanyayê ku pir siyaseta krîmînalîzekirineke zêde li ser Kurdan û dostên wan tên kirin, Dadgeha Bilind biryar da ku bilindkirina alên YPG/YPJ’ê ne sûc e.

Hevseroka PYD’ê Foza Yûsif anî ziman ku hevdîtinên li Rojava li ber xitimînê ne, ENKS li gel qatilên Kurdan wêne dikişînin û got: “Xetên sor hatine binpêkirin, daxwazên ku neyên qebûlkirin disepînin.”

Hevseroka MED TÛHAD-FED Elîf Harûn a bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mirinên ji ber binpêkirinên li girtîgeha û got: “Divê guh bê dayîn daxwazan û daxwaz bên bicihanîn.

Tevgera Ciwanên Kurd (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 5’ê Kanûnê bi ciwanên enternasyonalîst re li Stûttgartê bi meşin.

Li Ewropayê ji bo ku derziya Covîd-19'ê bibe 'malê hevpar ê mirovahiyê' kampanyayeke berfireh hate destpêkirin. Heta dawiya 2021'an hedef 1 milyon îmze ye.