ROJEVA 2'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku di sala 23'an de wê bi berxwedaneke topyekûn li ber dagirker, tecrîd û faşîzma AKP-MHP'ê rabin û got, "Em; gel û tevger bi biryar in, şerê me wê mezin be û em ê teqez bi ser bikevin."
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir, desthilatdariya AKP-MHP her ku tengav dibe êrişî HDP'ê dike û got, "Her kesên dixwazin li Tirkiyeyê bi rengekî mirovî û hiqûqî siyasetê bike, divê nerazîbûneke tund li dijî AKP-MHP'ê nîşan bide."
Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan got, dewleta Tirk bi destwerdana li Qerebaxê re ji bo xeyala xwe ya Tûranî gava destpêkê avêtiye û destnîşan kir, çeteyên ji Sûriyeyê aniye jî amadekariya hewldanek li dijî Îranê ye.
Ji bo qeyûm li Şaredariya Qersê bê danîn, amadekarî tê kirin.
Sala 2015'an di nava teqîneke mezin de min Zîlan Dîgor nas kir. Dema ku min ji Zîlan re got ku mîna Kurdistanê narîn e, wê jî ev gotin bi kar anî bû: "Ne bi narîntiya xwe, lê em bi şervaniya xwe tên naskirin."
Li DYE'yê ku ketiye nava pêvajoya hilbijartina serokatiyê, karwanek ji bi hezaran kesî ji Hondûrasê ber bi DYE'yê ve bi rê ket, ku ev yek sozên Trûmp ê li ser polîtîkaya ewlekariyê xurt dike.