ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Çend ji sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têne lidarxistin wê werin şopandin.
Bûyerên têkildarî doza girtinê ya dijî HDP'ê û betalkirina wekîltiya Parlamenterê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû wê werin şopandin.
Dagirkeriya Tirk a sê salan a li Efrînê, ji bo hovîtiya DAÎŞ'ê jî girantir bû. Tirkiye amadekariyan dike ku herêmê bi rengekî mayinde bi xwe ve girê bide. Ji serçeteyan jî komîteyek ava kiriye û hewl dide îmaja xwe 'baş' nîşan bide
TJK-E'yê ji bo Newrozê daxuyanî da û got, "Di demekê de ku gel û jinên Kurd xwe ji bo Newrozê amade dikin, dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêber Apo û gelê Kurd dest bi pêleke nû ya êrişê kiriye."
Hiqûqnas Mûharrem Şahîn diyar kir, îdîanameya têkildarî HDP'ê ji hiqûqê bêpar e û got, "Mirov nikare vê dozê bi hiqûqê vebêjin."
Li dijî doza girtina HDP'ê ji gelek welatan rêveber û parlamenterên partiyan daxuyanî tên dayin û li dijî dîktatoriya hikumeta AKP'ê bang li sazî, civak û hikumetên navneteweyî dikin.
Gerîlayên YJA Starê li ser Cejna Newrozê axivîn û gotin, ew xwedî li mîrateya berxwedanê ya Mazlûm Dogan derdikevin.
AvEG-KON: Gelê Kurd û pêşengên wê yên polîtîk, şoreşger, sosyalîst û welatparêz bi agirê Kawayê Hesinkar li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê destanên berxwedanê dinivîsînin.
Ji bo sermijartina ku 21'ê Adarê li Îngilistan û Galê bê kirin, siyasetmedar û rûspiyên Kurdistaniyan bang li Kurdên li Qraliyeta Yekbûyî kirin ku di sermijartinê denasname û baweriya xwe qeyd bikin.