ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser sînorê Efrînê diqewimin û êrîşên artêşa Tirk wê werin şopandin.

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku beriya bi 3 salan gefên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê dît, hişyarî dabû rêveberî û hêzên Efrînê û gotibû, "Roj ne rojên avakirina kargehên tekstîlê ye. Rojên avakirina kargehên çek û cebilxaneyan e, rojên afirandina komunîzma şer e û malîkirina li tevahiya civakê ye."

- Piştî civîna MÎT a Tirk ku duh li Walîtiya Kerkûkê bi endamên Tirkmen û Ereb ên meclîsê re kir, WaliYê Kerkûkê Rakan Saîd dest bi deqkirina Kurdan kir. Waliyê Kerkûkê nivîsek ji keyayan re şand û ji wan xwest, "Malbatên têkiliya xwe bi PKK'ê re hene, diyar bikin."

- Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir ku HDP wê dilsoziya bi armanca xwe ya damezrandinê, kêmasiyên xwe yên rêxistinbûnê û kêmaniyên xwe yên li pêşberî konsepta êrîşê binirxîne û xwe xurtir bike.

- Kamûran Efrîn û kurê wî Canfeda ku şervanên YPG'ê ne gotin, wê bi malbatî li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Bav û kurê şervan gotin, "Gelo ji wan heye ku Efrîn bê kes e? Efrîn wê ji Erdogan re bibe goristan."