ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Ji bo dawî li rejîma tecrîdê bê anîn divê gel bi rengekî topyekûn li ber rabe."

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût diyar kir ku salên dawî li Colemêrgê fûhûş û narkotîk bi zanebûn hatine zêdekirin û işaret bi girîngiya têkoşîna gel a li dijî vê yekê kir.

Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Abdulrehman El Dixêvîj ragihand ku baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser û QSD'ê qels nebûye, ti êriş nikare yekîtiya gel xera bike û destnîşan kir ku yekîtiya gel wê êrişan têk bibe.

Cenazeyê dîroknas Dr. Tarik Ziya Ekîncî wê îro li Amedê bê veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Şervan Korkmaz qala fermandarê mezin ê PKK'ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) kir û got, "Hevalê Egîd bi çalakiya xwe pêşengî ji artêşa me re kir."

Ebû Leyla Şehîd navê Feysel Ebû Leyla li xwe kir, tevlî nava refên gerîla bû û bû yek ji şervanên enternasyonal ê PKK'ê.