ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê bi berxwedanê rê nadin artêşa Tirk a dagirker. Gerîlayên HPG'ê gotin, çi dibe bila bibe wê ji berxwedana li dijî dagirkeran tawîzê nedin.

- Li navend û navçeyên Colemêrgê di nava 9 mehên dawî yên sala 2023'an de herî kêm 21 bûyerên întiharê qewimîn.

- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DPB),Partiya Çepên Kesk, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Mirov û Azadî (PÎA) wê li Amedê encamnameya konferansa 'Di sedsaliya Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan' eşkere bikin.

- Li Geverê wê ji bo şermezarkirina êrîşên PDK'ê yên li Başûrê Kurdistanê bi rengekî girseyî daxuyaniyek bê dayin.

- Şervaneke ciwan ku mîna navê xwe bû stêrka azadiyê ji gelê xwe re. Dema ku dijmin bi ser de hat jî jê netirsiya, berevajî; dest avêt bombeya xwe û li gel hevrêyê xwe, xwe bi dijmin de teqand.

- Polîtîkaya eko-qirim a dewleta Tirk a li Kurdistanê xwe dispêre dema Osmaniyan. Lê belê piştî salên 1990'î bi rengekî şênber li seranserê erdnîgariya Kurdistanê belav bû.