ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.
- Rewş û bûyerên li ser sînorê Efrînê diqewimin û êrîşên artêşa Tirk wê werin şopandin.
- Ji fermandarên HPG'ê Ûlaş Dersim got, eger dewleta Tirk êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, wê berxwedaneke mezin bibîne û destnîşan kir ku ev berxwedan jî wê dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bîne.
- Ji bo tedawiya Afşîn û Arjîn ku bi alîkariya piştî nûçeya ANF'ê ya beriya du salan hat, pêwîstî hê jî bi alîkariyê heye.
- Qesra Kayme ya dîrokî ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li ber tinebûnê ye.
- Ji bo salvegera 3’yan a damezirîna YPS’ê şervanên ku di berxwedaniya xwerêveberiyê de cih girtibûn ji ajansa me re axivîn.