ROJEVA 16'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Îlona 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Îlona 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Parlamentera HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Tecrîd êdî bûye şerekî psîkolojîk û li ser gelan tê ferzkirin."
- Eşkere bû ku serikên fuzeyên di balafirên bê mirov ên artêşa Tirk de tên bikaranîn, bi destûra hikumeta Merkel ji aliyê fîrma çekan a Elman TDW ve hatine çêkirin.
- Ji Fermandarên YJA Starê Cejne diyar kir ku di navbera dewleta Tirk û gerîla de şerî herî giran ê 40 salên dawî diqewime û got, faşîzma AKP-MHP li pêşberî berxwedana gerîla xitimiye.
- Erdogan ku wê weke Serokkomar rojên 28-29'ê Îlonê serdana fermî ya Elmanyayê bike, tê payin ku li Berlîn û Kolnê bi rengekî girseyî were şermezarkirin.
- Lêkolîner Kamala Marîûs got, 37 ji sedî yên jinên li gelemperiya cîhanê dawî li jiyana xwe tînin jinên Hîndîstanî ne.
- Qeyûmê ku dest daniye ser şaredariya Colemêrgê, ava kanalîzasyonê weke ava vexwarinê dide gel. Ji ber vê yekê gelek nexweşî li Colemêrgê der bûne.