ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên ku di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de bêne lidarxistin wê werin şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne birîn, hîleyeke hiqûqê ye ku ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê ya DMME'yê tê kirin.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê daxuyaniyek weşand, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang kir ku rê ji asîmîlasyonê neyê dayin.

KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kir ku her Kurdistanî divê bi israr bi zimanê dayikê biaxive.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî bal kişand ser pêşketinên li qada perwerdeyê ya bi şoreşê re û got, "Perwerdeya bi zimanê dayikê ku li malan bi kûrsan destpê kir îro mufredata xwe ava kir."