ROJEVA 15'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Îlona 2015'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Îlona 2015'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, Tirkiye û Îran ji bo krîza xwe ya siyasî û aborî DYA'yê dikin hincet û bi vî rengî manîpulasyonê dikin.
- Piştî ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ambargoya xurekê danî ser 32 bajaran, tîmên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) dest bi kontrolkirina madeyên xwarinê yên diçin gundan kirin.
- Rozerîn Yîgîtel diyar kir ku xwişka wê ya li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê girtî ye, ji wan re qala êşkenceya li girtîgehê kiriye û ji bo girtiyên jin banga piştgiriyê kir.
- Sala 2016'an 1,7 milyon mirov li gelemperiya cîhanê ji ber jana zirav jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî ji bo dawî li mirina mirovan a ji ber jana zirav bê anîn li hev kir.