ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

Di salvegera 21'emîn a Komploya Navneteweyî de roja 15'ê Sibatê wê ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê meşeke dirêj pêk were. Şoreşgerên ji gelek neteweyên cuda wê tevlî meşê bibin.

Baskekî meşa dirêj wê bi pêşengiya ciwanên Kurd bi şiyara "Rê nede tecrîdê, Rêber Apo azad bike" pêk were.

Çalakiya nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 395'an de bi komeke nû dewam dike.

Eşkere bû ku li girtîgehên li Wanê, girtî ji ber xwarina ji wan re hate dayin bi jehrê ketine û hin girtî jî tevî ku rîska wan a mirinê heye rêveberiya girtşîgehê ew nebirine nexweşxaneyê.