ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û got, "Gerîla duyemîn artêşa mezin a NATO'yê ji kokê ve rake, dewleta Tirk rastiyê vedişêre. Nerazîbûnên li Başûr kêm e, (...) divê qiyamet bê rakirin."

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li herêmên di bin rêveberiya PDK'ê de ne, ku piştgiriyê dide van êrişan bûyerên tundî, destdirêjiya li jinê û xwekuştinê zêde dibin.

Sema û Seran ku di her gavê de bi rengekî azad û wêrek bi pêş ve çûn, zor û zehmetiyên di têkoşîna şoreşê de bi hev re ji holê rakirin û ji bo azadiya Kurdistanê dest bi rêwîtiyê kirin.

Gerîlayan diyar kirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd guhertiye û got, agirê azadiyê yê ku fermandar Egîd dada, her roj tê mezinkirin.