ROJEVA 13'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Nîsanê..
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Nîsanê..
-Çalakiyên ji bo tendiristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
-Grêvên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê yên ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî didomin.
-21 akademîsyen û hunermend, ku di nav wan muzîsyen Esther Bejarano jî heye, ku Bejarano ji kampa Aûschwîtzê sax filitîbû, ji serokwezîr Merkel re name şandin. Di nameyê de xwestin ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe zext li Tirkiyê were kirin.
-Ayetullah Ay ku li Girtîgeha Kirikkaleyê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê ye, di hevdîtinê ya bi malbatê re got, ji bo ku greva birçîbûnê bi dawî bikin îdare zexta li ser wan dike.
-Dema ku mirov çîrokên ''Hespê Şeytên'' ya Kadîr Stêra dixwîne, ku bandora dema şer a salên 90'î ya li ser zarokan nivisiye, mirov dikeve nav xewn û xeyalan.
-Kamûran ber bi Şehrîbanê ve çû, ya ku tim ew dixwest, pêşniyar dikir û li bendê bû, ez jî ber bi Cûdî ve. Rojekê dema ku min li radyoyê guhdarî dikir hate gotin, şehîd bûye. Kamûran, romana wê nivîsîbû.
-Xizmên wndayan weke her Şemiyê vê îro jî wê li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.