ROJEVA 13'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin

-Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê KCK’ê Serhat Varto destnîşan kir ku Tirkiye piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê û şûnde êdî li Sûriyeyê ji aktorbûnê derketiye û got: “Hemû siyaseta xwe li ser tinekirina destkeftiyên Kurdan daye avakirin. Ev siyaset jî xitimî ye. Bûyerên li qadê wê dehf dide. Car ber bi Amarîka car jî ber bi Rûsya-Îranê ve.”

-Di lêpirsîna di derbarê kuştina Meryem Sûne ya di berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê de ji aliyê hêzên Tirk ve, derket holê lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin.

-Gerîlayê HPG’ê Delîl Tolhildan ê di berxwedana Şoreşa Rojava de di nava xebatên çand û hunerê de kar kir, destnîşan kir ku wê xeyalên hevrêyên xwe bîne cih û got: “Xwedî li nirxên Şehîd Mizgîn û Şehîd Sefqan derketin erka min e.”

-Bi derketina pirsgirêka rojnamevanan a kaxezan re, çapemeniya muxalîf destnîşan kir ku ev zextekî malî û sansorê ya desthilata ku kaxezê nahilberîne û tedbîran nagire.

-Li Elmanyayê di demê dawî de ji ber xwepêşandanên rastgiran ên li bajarê Chemnîtz, hate diyarkirin ku baweriya gel a li hemberî saziya îstixbaratê ya BfV’ê pir kêm bûye.