ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Gerîlayê MLKP'ê Mûnzûr Baran ê li Zagrosan şer dike, destnîşan kir ku dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst mêtinger ji serî heta binî riziyayî ye, bûye mafya û got, wê ti carî rê nedin vê dewletê û hevkarên wê.

Endamên artêşa çete ya dewleta Tirk di roja 4'emîn a Berxwedana Rûmetê de gelek windahî dan. Erdogan ji bo moralê bide artêşa xwe, îdîa kir ku li Serêkaniyê kontrol bi temamî bi dest xistine. Halbûkî dewleta Tirk û çeteyên wê wê rojê neketibûn nava bajêr.

Komek ji şervanan ku ji yekîneyên xwe yan jî ji nexweşxaneyê fîrar kirin û ji bo tevlî Berxwedana Rûmetê bibin berê xwe dan Serêkaniyê, qala serpêhatiya xwe kirin.

Partîzan êdî bi Zagrosan re bûye yek, bûye Zagrosiyek… Di dil de, di ruh de, di mejî de ji Zagrosan hez kir. Evîna rast wisa bû, evîna Zagrosan jî wisa bû, dema ku Zagros hez bike, te digre gel xwe nade kesî.

Ji bo cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK'ê de li Xelîfanê şehîd bûn, xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hefteyeke bi şev û roj li ser sînor çalakiyê dikin. Çalakger dibêjin, "Êdî bes e, em ê sînor ji holê rakin û biçin cenazeyên xwe bînin."

Germahiya global û ziwatî bû sedem ku ava li Gola Wanê kêm bibe. Gelek gol, çem, bendav û kaniyên li derdora Gola Wanê çikiyan.

Volkanê Cumbre Vieja yê li girava La Palmayê, piştî ku aliyê wê yê bakur hilweşiya, veguherî lehiyeke ji lavê ku bi saetê bi 700 metreyî diherike.