ROJEVA 12'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin

- Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan: Gelê Kurd di pêvajoyekî krîtik dijî. Naxwazin Rêzdar Ocalan bi tu awayî têkilî bi gelê xwe re dane. Divê dawî li vê were.

- Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê ya ku hefteya 325'an de ye wê vê hefteyê ji aliyê Kurdên welatparêz ên ji bajarê Fransa Drancyê hatin ve were dewr girtin.

- Li Sûrê jina bi navê Remziye Saîd ku bi lêxistina nanê tenûrê debara xwe dike û got: “Divê ti jin li malê rûnenê û hewcedarî mêrekî nebe. Jin divê ji afirîneriya xwe bawer be û bixebite.”

- Nobedarên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin Kurdên welatparêz ên ji bajarê Fransa Drancyê ne.

-Sala 2009’an bi desteka gelek welatan komkujiyek gelek mezin bi serê gelê Tamîl de pêk hat, çalakiya bîsîkletê ya ji Londrayê heta Cenevreyê ya endamên Tamîlan didome, çalakgeran li Strasboûrgê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  kirin.

-Hevşaredarê Cizîrê ku bi Qeyûm hatibû desteserkirin, Kadîr Kûnûr got: “’Wê gelê me di hilbijartinan de bersiv bide polîtîkayên qirêj ên dewletê.”