ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'Ê
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Komek ji gerîlayên li tunelên şer ên li Werxelê, zêdeyî çar meh in bi taktîkên nû her cûre êrişan têk dibin û navê xwe li berxwedaneke mezin dinivîsînin.
Ji gerîlayên jin ku zêdeyî 6 meh in bi çekên giran, çalakiyên xweberdana nav û sûîqestê bi ser hêzên dagirker ên dewleta Tirk ve diçin; gerîla Delîla Yûsûf qala çalakiyên sûîqestê kir.
Di roja 3'emîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera çeteyên DAÎŞ'ê zêde bû. Dewleta Tirk ji bejahî û hewayî ve bombe li 10 bajaran barand. Çeteyên DAÎŞ'ê jî êriş birin ser Qamişlo û Dêra Zorê.
Jinên Rojavayî ku 9'ê Cotmeha 2019'an dema ku dewleta Tirk êriş birin ser Serêkaniyê neçar man cih û warên xwe biterikînin wiha gotin, "Ji bo vegera li bajarê xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Li qadên Serêkaniyê em ê govenda azadiyê bigerînin."
Li zêdeyî 130 bajarên Polonyayê, ji bo rexnekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn û nîşandana dilsoziya bi Ewropayê re bi deh hezaran kes daketin qadan.
Serokdewleta Taywanê Tsai Ing-wen banga 'jinûve yekbûn'ê ya Pekînê red kir.
Bi nêzîkbûna zivistanê de li Colemêrgê karê sewalkaran zêde bû. Sewalkaran dest bi hevdana giha û ka kirin.