ROJEVA 11'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Îlona 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Îlona 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin
-Parlementerê HDP’ê Bulbul ê kirîzên siyasî û aborî yên li Tiriyeyê nirxand got: “Pirojeya aştiyê ya Birêz Ocalan, yekan e projeya ku welat ji kirîzê rizgar bike ye.”
-Gerîlayên MLKP’ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi aktivîteyekên damezirandina partiya xwe pîroz kirin.
-Nuqteya Yenîkopru ya sêgoşeya Colemêrg-Wan û Geverê bûye nuqteya êşkenceyê. Welatiyên nexweş, kal û ducanî jî di nav de bi sedan kes bi saetan li benda lêgerînê tên rawestandin.
-Atîf Çîçekçî yên talanker ku Şaredariya Ertemêtanê xiste nava deynan, dema ma bê pere qadên girêdayî şaredariyê dest bi firotina wê kir.
-AKP’yî li Wanê bi gotina ‘Deng nedin HDP’ê ji xwe wê qeyûm bê wezîfedarkirin’ gef dikin. Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê bajar got: “Ev daxuyaniyên ku moralên gel xirabikin.”
-Li gorî piranî kesên ku tevlî lêkolîneke ya raya giştî ya herî dawî ku li Elmanyayê pêk hat, li dijî Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku wê di 28-29’ê Îlonê de biçe Elmanya û li wir bangî alîgirên xwe bike ye.
-Heyeta HDP’ê ya ku bi Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Berlîn a paytexta Elmanyayê hevdîtinan bike, wê îro saet 11:00’an wê li Konferansa Çapemeniyê ya Federal civîneke ya çapemeniyê lidar bixe.