ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Tîrmeha 2020'an.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê endamê konseyê Diyar Xerîb bi bîr anî ku 5'ê Tîrmeha 2019'an di êrişa hewayî de şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd ji bo rastiya xwe û rastiya dijminê dagirker nas bike, hevalê Helmet hem li qada îdeolojîk, perwerde û akademiyê kar kir, hem jî ji aliyê pratîk û siyasî ve gelekî hewl da."

Karayilan destnîşan kir ku divê her kes konsepta nû ya dewleta Tirk bibîne û got, "Em ê nekevin xefika mêtingeriya Tirk. Divê ti kes nekeve vê xefikê û em ê teqez planên wan pûç bikin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê li ser xeta Zîlan têkoşîn bê meşandin û got, "Gelê Kurd tenê bi berxwedan û têkoşînê dikare bi ser bikeve."

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê berê yê DYE'yê John Bolton di pirtûka xwe de hem têkiliyên navbera Tirkiye-DYE'yê dinirxîne, hem jî cih dide bazara ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.

Ji fermandarên HPG'ê Heqî Armanc got, artêşa Tirk li her girê Heftanînê yên ku leşkerê xwe daniye ser, derbên mezin xwariye û destnîşan kir, her girê ku dagir kiriye ji aliyê gerîla ve hatiye dorpêçkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Ersoy ku ji bo hevdîtina bi rayedarên hikumeta Elman sibe tê Berlînê, wê bi çalakiyên protestoyî bên pêşwazîkirin.