ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Gerîlaya YJA Starê Rotînda Cûdî diyar kir ku gerîla fedayiyên gelê xwe ne, ji bo gelê xwe şer dikin û got, "Em zanin ku tenê stargeheke me heye. Ew jî çiyayên Kurdistanê ye."

Girtiyê nexweş Alî Gulmez ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bal kişand ser hevkariya rêveberiya girtîgehê ya bi girtiyên mafya û nijadperest.

Şoreşgerê Elman Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) di berxwedana Serêkaniyê de şehîd bû bû. Malbata wî, ji bo Kîel ji projeya bajarê dost ê Samsûn û Hatayê bê derxistin serî li meclîsa şaredariyê dabû, lê belê serlêdana wan hate redkirin.

Hejmara 467'an a rojnameya Serxwebûnê gihîşt ber destê xwendevanan. Di vê hejmarê de bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandinê, PKK ji gelek aliyan ve hate nirxandin.

Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê gihîşt ber destê xwendevanan. Rojnameyê kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" kir manşet, ku di 25'ê Mijdarê de ji aliyê TJK-E'yê ve hate ragihandin.

KCDK-E, ATÎK, Partîzan, Partiya Kesk Çep û SYKP jî di nav de 24 sazî û partiyan ji bo berdana girtî Dr. G. N. Saîbaba dest bi kampanya îmzeyan a navneteweyî kirin.

Ji bo mirovên bi rengekî neqanûnî hatine welatên Yekîtiya Ewropayê û serlêdana wan hatiye redkirin bi zû bên dersînorkirin zext zêde dibin.

Têkildarî qirêjiya hewayê li Îngilistanê lêpirsînekê dest pê kir.

Di demekê de ku bala tevahiya cîhanê li ser şewba Covîd-19 ye, ji ber nexweşiya tayê herî kêm 400 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan ku piraniya qurbaniyan li Efrîkayê bûn.