ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir, êrişeke rêxistinbûyî ya sîstema modernîteya kapîtalîst a global bû ku ji bo tasfiyekirina PKK'ê, Rêbertî û hebûna azadiyê ya gelê Kurd hate kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, AKP zane ku heta HDP'ê û daxwaza azadiyê ya Kurdan tune neke nikare hebûna xwe bidomîne û destnîşan kir ku desthilatdarî di nava meseleya man û nemanê de ye.

Felicien Kabuga yek ji wan kesan e ku di qirikrina 800 hezar Tûtsî de ya li Rûandayê rola xwe heye. Dadgeriya Fransayê astengiya dawî ya li pêşiya darizandina Kabuga ya li dadgeha navneteweyî rakir.

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin, hejmara xwe ya meha Cotmehê bi manşeta "Rê ji qirkirinê re nîne" derket.

Bedran Çiya Kurd propagandaya reşkirinê û şerê taybet ê hikumeta Sûriyeyê nirxand û got, "Ev yek nîşan dide ku hevkarî di navbera hikumeta Sûriyeyê û rejîma AKP-MHP'ê de heye. Gelek planên veşartî hene. Li dijî herêmên rêveberiya xweser a demokratîk bi heman siyaset û helwestê tevdigerin."

Em bi rê ketin. Rêwîtî dirêj bû. Em bi qaçaxî dikevin welatê xwe, ji bo neyên girtin, ji bo neyên kuştin.

Demokratên Xiristiyan ên li Swêdê, ji bo Tirkiye ya ku demokrasiyê û mafên mirovan binpê dike li parlamentê bê nîqaşkirin û parlament helwestê li dijî binpêkirinan nîşan bide, xwest ku wezîfe ji hikumetê re bê dayin.