ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Nûran Aba ku di çalakiyên tevgera siyasî ya Kurd de timî li refên pêş e, destnîşan kir ku ji ber têkoşîna rûmetê ya Kurdan, ew li refên herî pêş ên çalakiyan cih digire.
Kampanya "100 sedem û 100 hezar îmze ji bo darizandina dîktator" ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di 25'ê Mijdara 2020'î dest pê kir, li Swîsreyê ber bi encamê ve diçe.
Li Rojhilatê Kurdistanê xizanî mezin dibe û mirov bi zor û zehmetî nan dibin mala xwe. Di rewşeke wiha de jî dewlet qereqolan çêdike û sermayeyê ji bo derve bi kar tîne.
Hejmara 192'an a rojnameya Kovara Jinê bi manşeta "Em li ser şopa qewmê dayikan e" hate weşandin.
Şîrketa Elon Mûsk doh 60 peykên nû şand dorhêla cîhanê. Astronoman nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku di nava 10 salan de ev hejmar dikare bigihêje 50 hezarî û ji niha ve bûye cihê fikaran.
Keştiya çaremîn a Sea-Eye ku ji bo rizgarkirina penaberên li deryayê asê mane wê kar bike, li bajarê Rostock ê Elmanyayê bi merasîmekê bi rê ket.