Rojavayî li dijî kesên bê DBK'ê biçin Cenevreyê doz vekirin

Rojavayî li dijî kesên bê DBK'ê biçin Cenevreyê doz vekirin

Ji bo peymanên Lozan û Sêvirê dûbare nebin, hin Kurdên welatparêz ên ji bajarê Qamişlo li dijî kesayet, partî, meclîs û aliyên ku dixwazin bê Desteya Bilind (DBK) tevlî Cenevreyê 2 bibin doz vekirin. 

Welatiyan di daxwaza xwe de hevpeymana Lozan û Sêvir ên navneteweyî ku Kurd di wan de vala derketin bi bîr anîn.  Welatiyan dan zanîn ku ji bo careke din Lozan û Sêver dûbare ne bin ew ê li dijî kesên bê Desteya Bilind tevlî Cenevreya 2 bibibin li cem dadgeha gel a Rojava dozê vebikin.

Welatiyan destnînşan kirin ku wê demê jî Tirk kesên Kurd kirîn û nehiştin Kurdistan ava bibe. Welatiyan da zanîn ku îro jî kurdên rojava bi heman tiştî re rû bi rû maye.

Di dawiya daxwaza welatiyan de wiha hate gotin: “Em ji Dadgeha Gel a Rojava dixwazin ku aliyên ku îro heman tiştî dikin û li gel Tirkiyê dixwazin yekîtiya kurdan xera bikin ceza bikin. Kesên li ser daxwazê îmzeya xwe danîne, mamoste, parêzer, endeziyar û bijîşkan in.