Roja Zimanê Dayikê: Xwedî li Kurdî derkevin

Di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê de li gelek bajaran çalakî û daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de banga xwedîderketina li Zimanê Kurdî hate kirin, êrîşkariya desthilata AKP-MHP’ê ya li ser Kurdî jî şermezar kirin.

Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê sazî û rêxistinan li gelek bajaran daxuyanî dan û panelan li dar xistin. 

ÎZMÎR

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta li Îzmîrê bi rasthatina rojê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Komeleyê Alî Yalçinkaya daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de gelê Kurd ji ziman û çanda wan bêpar hatine hiştin. Yalçinkaya got: “Ne rojekê her roj zimanê me bi êrişan re rûbirû ye. Ji ber vê yekê ne rojekê her roj divê em ji bo zimanê xwe bixebitin, biaxivin û biparêz in.” 

DERSIM

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Dersimê jî bi minasebeta rojê li avahiya xwe panel li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Kemal Bulbul û Kurdolog Narîn Gezgor wek axivêr beşdarî panelê bûn û her wiha gelek kes di panelê de amade bûn. Pankarta bi zaravayê kirmanckî ““Ju zon kê vindî bo, ju sar kî mireno” hat daliqandin. Axivêra di panelê de bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî û her wiha zimanên din ên bi talûkeyê re rûbirû ne û destnîşan kirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê neyê astengkirin. 

STENBOL

Pêkhateyên Tevgare Jinen Azad (TJA) jî bi wesîleya rojê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sancaktepe ya Stenbolê bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye” panel li dar xist. Gelek kes û aktîvîstên TJA’yê beşdarî panelê bûn û pankartê “Zimanê me hebûna me ye! Zıwane ma estbiyayişe ma yo!” hat daliqandin. Panelê bi xwendina helbest û çîrokan dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz di panelê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got zextên li ser Kurdî ne niha ne û ji destpêka avakirina komara Tirkiyê ve ev polîtîkayên pişaftinê didomin. Kaymaz got zimanê wan her tiştê wan e. 

Panel li ber kilamên dengbêjan bi dawî bû. 

EDENE

Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li avahiya rêxistina xwe ya Navçeya Seyhanê daxuyanî da.  Rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn û Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin Giyasettîn Gumuş axivî û destnîşan kir ku ew ê her xwedî li zimanê xwe derkevin û heke ew xwedî li zimanê xwe derkevin wê zimanê wan winda nebe. 

Daxuyanî bi kilamên dengbêj Hediye Erkendî û stranên Koma Ş. Azadî bi dawî bû. 

MÊRSÎN

Sendîkaya Egîtîm Senê ya Şaxa Mêrsînê jî bi wesîleya 21’ê Sibatê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Sekretera Şaxê Dûygû Taner axivî û behsa girîngiya rojê kir û xwest astengiyên li pêşiya zimanan werin rakirin. 

ANTALYA

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Antalyayê jî li avahiya xwe ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî da û pîroz kir. 

ÊLIH

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî li avahiya Şaxa Genel-Îşê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist û 21’ê Sibatê pîroz kir. Nûnerên sazî û dezgehan beşdarî civînê bûn û pankarta “Perwerdehiya bi zimanê xwe xeta me ya sor e” daliqandin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî û destnîşan kir ku îqtidara AKP-MHP’ê êrişî zimanê zimanê Kurdî dike û dixwaze zimanê me tune bike. 

Pişt re li ser navê Platformê Ramazan Bîlmez daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî.  

AMED

Li Amedê jî Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamya (MED-DER) li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û daxuyaniya bi zaravayê kurmancî Elmas Kan xwend û daxuyaniya bi zaravayê kirmanckî (dimilkî) jî Rêzan Aktûlûm xwend û di daxuyaniyan de hat xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî.  

RIHA  

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Rihayê jî bi wesîleya 21’ê Sibatê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Siwêregê panel li dar xist. Gelek kes beşdarî panelê bûn û pankarta “Her netew bi zimanê xwe heye” hat daliqandin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen û Endama Koma Xebatê ya Vate Netîce Altûn Demîr wek axivêr beşdarî panelê bûn. 

Di axaftinên panelîstan de hat destnîşankirin ku divê Kurd êrişên li ser ziman û çanda Kurdî werin deşîfrekirin. Panelîstan anî ziman ku nêzîkatiya li hemberî Kurdî sed sal in neguherî ye û xwestin dewlet dev ji polîtîkaya pişaftinê berde. 

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.