Roja 500. ya Roboskî: Ka berpirsyar?
Roja 500. ya Roboskî: Ka berpirsyar?
Roja 500. ya Roboskî: Ka berpirsyar?
Navenda Giştî ya BDP’ê bibîr xist, ku di ser komkujiya Roboskiyê 500 roj derbas bûne û got, “Em dipirsin, emê bipirsin emê ronî bikin: Kê fermana lê bide da?”
Navenda Giştî ya BDP’ê, bi wesîleya roja 500. ya komkujiya Roboskiyê, daxuyaniyek nivîskî weşand û qurbanên komkujiyê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat xwestin, ji bo edalet bicih were, berpirsyar hem li pêşberî civakê û hem jî pêşberî dîrokê hesab bidin.
Di daxuyaniya BDP’ê de weha hat gotin; Berî 500 rojan îro, di şevekê de balafirên ser bi artêşa Tirk li nêzî gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê, gundiyên ku navê wan weke qeçaxçiyan derketibû, lê ev yek yekane çavkaniya debara wan bû, bombebaran kirin. Di encama bombebarana nêzî 2 saetan de 34 mirovan jiyana xwe ji dest dan.
Ev yek, ne komkujiya yekemîn a li cografya Kurd û mirovên wê dîtibû. Berê jî gelek komkujî dîtibû û ti ji wan nehatibû ronkirin. Di sedsala 21’an de li gel derfetên ragihandinê, navgînên çapemeniyê komkujî demeke dirêj veşartin. Çapemeniya azad, haya cîhanê bi bûyerê xist, çapemeniya Tirk jî li benda fermana ji hin deveran bû. Gava ferman ji wan re hat bi awayekî sosret, ev nûçe piştî demeke dirêj weke nûçeya kêliya dawî weşandin. Hemû ajans, qenalên televîzyonê, platformên medya yên dijîtal, hemû bi carekê bi “tesadufî” nûçe bi hev re weşandin. Bûyera li ser sînorê Başûrê Kurdistanê.
Çend roj piştî komkujiyê serokwezîr gotibû “Enqere di nava tarîtiyê de wenda nabe, dê wenda nebe. Tirkiye ne Tirkiya berê ye. Kê çi kiribe, wê çav lê neyê girtin.”
Piştî vê daxuyaniya yekemîn, Erdogan got, “Li gel çapemeniyê, ez ji Serokê Fermandariya Giştî û Fermandarên artêşê re ji ber hesasiyeta wan, spas dikim.”
Serokwezîr di rojên din de jî got, “Hêzên me yên çekdar, wezîfeya xwe bi awayekî ji dil pêk aniye. Dibe ku şaşitî hebe. Me kêmasî eşkere kir, lêborîn jî eşkere kir. Tazmînat jî eşkere kirin. Ji bo xwedê tazmînat be tazmînat!”,
Heman serokwezîr gotibû “Eger hûn bala xwe bidê, hûnê bibînin ku ti ji qeçaxçiyan pêl mayinê nakin.”
Dîsa wezîrekî ji xwe razî yê serokwezîr gotibû, “Yên li Qilabanê mirin e, bi tenê fîguran e. Ji bo rêxistinê qeçaxçitî dikirin.”
Serokwezîr Tayyîp Erdogan her tim behsa lêborînê kir lê ti carî lêborîn nexwest û carna jî got, “Eger pêwîst be emê lêborînê bixwazin”, “Ma hînê emê çend caran lêborînê bixwazin.” Bi mehan piştî komkujiyê, wî jina xwe û wezîrên xwe şand cihê bûyerê, lê ew bi xwe ti carî neçû.
Komara Tirkiyê, bi dewlet, dadgerî û çapemeniya xwe bi yekdengî hewl da ser komkujiyê bigire. Eger ev komkujî ji aliyê balafirên şer ve nehatiba kirin, hingî bi van hewldanên dewletê, dê berpirsyarî biavêtibana ser milê PKK’ê. Ji xwe di salên 90’î de, ji bo sivîlên Şirnexî yên ji aliyê balafirên şer ve hatibûn kuştin, serokwezîra wê demê gotibû “Dibe ku helîkopterên PKK’ê be, dibe ku wan bombebaran kiribin.”
Di ser komkujiyê re 500 roj derbas bûn, hînê dewleta Tirkiyê tiştek nekiriye. Dewletê bi ti awayî bi ciddî bi ser bûyerê de neçû. Di ser de li hemberî kesên dû bûyerê bernedan jî got “Ma me tazmînat jî da, hînê hûn çi dixwazin” bikar anî û rûmeta malbatên mexdûr binpê kir. Bi awayekî hovane dest li malbatên li gundê xwe komkujî şermezar kirin, werda.
Pirsên, “Kê fermana êrişa hewayî ya li dijî Roboskiyan daye?, dê li hemberî kê huqûq bê bikaranîn? Hînê bê bersiv in. Em dipirsin, emê bipirsin, emê ronî bikin; Kê fermana lê bide da?
Ya bi tenê tê xwestin, bicihanîna edaletê û hesappirsîna ji berpirsyaran e.”