Roja 500’mîn ya çalakiya nobetê: Têkoşîn dê bidome
Roja 500’mîn ya çalakiya nobetê: Têkoşîn dê bidome
Roja 500’mîn ya çalakiya nobetê: Têkoşîn dê bidome
Di 500’mîn roja çalakiya nobeta li ber Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi çalakiyekî girseyî hate pêşwazî kirin. Di çalakiyê de peyama “Azadiya Ocalan, azadiya gelê Kurd e. Heta Ocalan azad bibe çalakiya me dê berdewam bike” hate dayîn.
Di 500’mîn roja çalakiya nobeta ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ên Kurd li ber Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê didome de çalakiyekî girseyî hate li darxistin û di çalakiyê de hate gotin ku, “Heta Ocalan azad bibe ew dê di nobetê de bin.”
Di çalakiya ku li ber KE didome, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Endamê Desteya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurd ya Ewropayê Songul Karabûlût, Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade, Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî, Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê, Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, Enstutiya Kurd, Pêkhateyên Baweriyan, Akademiya Çand û Huner û gelek nûnerên saziyan, Mahîr Sayin, Teslîm Tore, Serokê Komeleya Dostên Kurdan Alsace Bernard Revollon jî heyî gelek kes beşdarbûn.
KEMALÎZADE: HETA AZADIYA OCALAN DÊ DOM BIKE
Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade destpêkê axivî. Kemalîzade berxwedana Rojava silav kir û got: “Pêwîste gelê Kurd bibe yek. Pêwîste bibe yek deng û bi yek armancê li her çar parçeyan têkoşînê bidin meşandin.” Kemalîzade anî ziman ku, azadiya Kurdan û azadiya Ocalan hevwatene û ev peyam da: “Heta Ocalan azad bibe ev têkoşîna me dê bidome.”
KARTAL BERXWEDANA 500 ROJAN SILAV KIR
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî bibîrxist ku, Ocalan bi komployekî nemafane hate dîlgirtin û hate darezandin. Kartal anî ziman ku, di vê darezandina nemafane de Yeketiya Ewropayê jî cihê xwe li gel Tirkiyeyê girt.
Kartal da zanîn ku, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, 500 roje çalakiya xwe berdewam dikin û biryardariya xwe ya di azadiya Ocalan de nîşan dane. Kartal di şexsê Kurdistaniyên ji bajarên Bordeaux û Toulouse çalakî dewir girtine, hemû çalakgerên 500 roje çalakiyê didomînin silav kirin. Kartal destnîşan kir ku, heta Ocalan azad bibe dê çalakî berdewam bike.
EHMEDÎ: ÇARESERÎ DI NAVA ÇAR DÎWARAN DE YE
Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî jî wiha axivî: “Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Ji ber vê çendê ev çalakî pir girînge. Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de aktorekî girînge. Niha yê di nava çar dîwaran de ne Ocalan tenê ye, çareseriya pirsgirêka Kurd e. Dema Ocalan azad bû, pirsgirêka Kurd jî dê çareser bibe.”
Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê mela Muhyedîn Kûrtay jî got, Xwedê fermankiriye ku pêwîste di rêya mirovahî, edalet û başiyê de xebatê bikin. Kûrtay anî ziman ku, gelê Kurd jî di şexsê çalakiya nobeta azadiyê de 500 rojin ji bo vê têkoşînê didin û rexnekir ku, ji Ewropayê bertekekî erênî nayê. Mela Muhyedîn Kûrtay balkişande ser ku, ev jî nîşaneya bê edaletiyê ye û got: “Ji ber ku li gorî berjewendiyê xwe nêz dibin.”
Mela Muhyedîn Kûrtay behsa êrîşên li ser Kurdên Rojava kir û got, dê yeketî serkeftinê bîne.
ÇALAKIYA 500 ROJÎ BÛ SEMBOL
Hevseroka Kongreya Civaka Kurd ya Demokratîk ya Ewropayê (KCD-E) Songul Karabûlût jî got, gelê Kurd di serî de li dijî êrîşên li Rojava û hemû êrîşan berxwe daye. Karabûlût da diyarkirin ku, gelê Kurd dê bi berxwedana dayî xwe bigehîne cihê maf kiriye û got: “Gelê Kurd ku Birêz Ocalan weke vîna xwe qebûl kiriye dê xwedî lê derbikeve.”
Nûnera Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê jî anî ziman ku, çalakiya nobeta 500 rojan sembola têkoşîna gelê Kurd e. Ciwan, kal, jin ango her kesê tevlî vê çalakiyê bûyî di rastiya xwe de nûnertiya têkoşîna 40 salan kiriye.
Ji Akademiya Çand û Hunerê Ozan Seyîdxan jî da diyarkirin ku, ev çalakî dîrokiye û ew weke hunermend dê rolê xwe bilîzin.
Fevzî Ozmen jî ku li ser navê Enstutiya Kurd axivî û got, têkoşîna gelê Kurd dê hemû armancên hêzên dixwazin Kurdan biperçiqînin vala derxînin. Da diyarkirin ku, pêwîste piştgiriya çalakiya nobetê berdewam bike.
REVOLLON: HIKUMETA TIRK TIŞTEKÊ NAKE Û WEKE KU DIKE NÎŞAN DIDE
Serokê Komeleya Dostaniya Kurd Alsace Bernard Revollon ku beşdarî çalakiyê bû wiha axivî: “Em di hemû çalakiyan de li gel Kurdan bûn. Hikumeta Tirk heyetan dişîne gel Ocalan û tiştek nake, lê weke ku diçe nîşan dide, em vê qebûl nakîn. Di heman demê de em êrîşên rejima Sûriyeyê, çeteyên El Nusra ên girêdayî El Qaîdeyê li Rojava şermezar dikîn. Darvekirina siyasetmedarên Kurd ên li Îranê nayê qebûl kirin.”