Robînson ê ku li dijî DAIŞ’ê şer dikir li Tirkiyeyê hate girtin

Dewleta Tirk , şervanên YPG’ê yê Brîtanyayî Joe Robînson ê ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir, li navçeya Dîdîm a Aydinê hate binçavkirin.

Midûryeta Emniyetê ya Dîdîmê, 26’ê Tîrmehê li gel welatiyê Îngîltereyê Joe Robînson heskiriya wî ya welatiya Bûlgarîstanê Mîya Rojkan û dayika Rojkan jî binçavkirin.

Saziyên çapemeniyê yên Brîtanyayê têkildarî mijarê jî diyar kirin ku welatiyê Brîtanyayê ji ber parvekirina wêneyên li ser torên civakî yê dema li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir, parvekiriye hatiye binçavkirin.

Mîra Rojkan a ku li gel The Independentê axivî têkildarî binçavkirinê ev tişt got: “Tiştekî pir bi xof bû. Gotin me e-postên ku hûn terorîst in ji bo amadekariyên tiştekê bikin, hatine Tirkiyeyê. Ne gotin ev e-posta ji aliyê kê ve jî hatine. Dema ez û dayika xwe li betlaneyê li ber peravên avê binçavkirin.”

Şervanê YPG’ê Jeo Robînson ê hatî binçavkirin, ji bajarê Leeds ê Brîtanyayê ye û 24 saliye.