RJAK: Şehîdên 9’ê Gulanê tirsa dilê dijmin e

RJAK: Şehîdên 9’ê Gulanê tirsa dilê dijmin e

Li Başûrê Kurdistanê navçeya Ranya, şehîdên 9’ê Gulanê ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê ve hatin bîranîn.

Bi wesîleya salvegera dardekirina Leyla Qasim, û şehîdên 9’ê Gulanê Şîrîn Elemhûlî û hersê hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderyan kû ji aliyê rejîma dîktator ya Îranê ve hatibûn dardekirin, doh li navçeya Ranya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniya çapemeniyê ku bi sedan welatî beşdar bûbun hate bîranîn. Daxuyaniya ku ji aliyê RJAK’ê ve hate xwendin de wiha hate gotin: “Di dîroka Kurdistanê de dewletên serdest û dagirkerên Kurdistanê jibo tekbirin û şikandina vîna azadîxwaziya gelê Kurd û herwisa jibo binxistin û pûçkirina şoreş û serhildanên gelê Kurd hemû şêwaz bikaranîne. Her çendî kû beriya salên 70’êyan de rêxistina jina Kurd gelek lewaz bû jî lê derketina kesayetek wek Leyla Qasim nimûneya zindîbûna gelê Kurd û bitaybet jina Kurde. Ev rastiye jî danî holê kû jina Kurd jibo berxwedan û şehîdbûn û pêşengiyê amedene.”

Di daxuyaniyê de hate gotin , herçendî partiyên wê demê xwediyê bîrdozî û felsefeyek bihêz ya azadiya jinê nebûn jî jina têkoşer û pakrewana Kurd Leyla Qasim karî li erkê xwe yê netewî û dîrokî têbigehe û xwedî derbikeve. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îro 37'emin salvegera darvekirina Leyla Qasim de derbaz bûn lê dagirkerên Kurdistanê tu guhertin di siyaseta xwe ya li hember gelê Kurd de ne daye çêkirin.”

 Di dewama daxuyaniyê de bi vî awayî hate gotin: “Rejîma Komara Sêdara Îslamî Îranê sala 2000’ê bi heman mejiyê rejîma kû Leyla Qasim dardekiribû di 9’ê Gulanê de jina şoreşgera Kurd Şirîn Elemhûlî û rêhevalên wê Elî Heyderan, Ferzed Kemanger û Ferhat Wekîlî li zindana Êwîn ya Tehranê dardekirin. Di heman demê de dardekirina wan rêhevalan tê wateya kû îxanet li gelê xwe û şoreşa xwe ne kirin jibo wê dijminê hov li xwe ranegirt û ew dardekirin.”

'Emê têkoşîna azadiya jinê bilind bikin'

Di daxuyaniyê de hate gotin kû bi hezaran jinên Kurd li zîndanên Tirkiyê de ne û li Rojhilatê Kurdistanê jî gelek jinên Kurd di zîndanên Îranê de hene kû ji wan re cezayê dardekirinê hatiye birîn û li rastî hemû core tundûtîjî û işkenceye tên û yek ji wan jî jina tekoşer Zeynep Celalyane kû agahî ji rewşa wê nayê girtin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) di salvegera dardekirina herdû jinên tekoşerên Kurd Leyla Qasim û Şîrin Elemhûlî û şehîdên 9’ê Gulanê Ferzed Kemanger, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderyan bang dikîn kû em bi hev re jibo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî berbi rêbaza berxwedana tekoşîna azadîxwaziya jinan û li ser rêbaza Sakîne Cansiz û şehîdên Parîsê têkoşîna jinan bilind bikîn. Ji ber kû bi bilindkirin û bihêzkirina tekoşîna azadîxwaziya jinê em dikarîn dawiyê li hemû tundûtîjî bînîn û mafê netewî û demokratik û zayenda xwe bidest ve bînîn.”