Rizgariya Til Xelef li Serêkaniyê hat pîrozkirin

Rizgariya Til Xelef li Serêkaniyê hat pîrozkirin

Piştî ku nûçeya rizgarkirina bajarokê Til Xelef û gundên derdora wê hat, welatiyên Serêkaniyê bi wesayîtên xwe derketin kolanan û rizgarkirina bajarokê Til Xelef û gundên derdora wê ji destên çeteyên girêdayî DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra pîroz kirin.

Welatiyan di meşa xwe de bi durişmên “bijî berxwedana  YPG’ê û bijî biratiya gelan” qîriyan.  

Hate diyar kirin ku hemû pêkhateyên  herêmê ji Kurd, Ereb, Çaçan, Tirkman û Xiristiyan tevlî meşê bûn .

Wesayît di nava kolanên bajarê Serêkaniyê û meydanên wê û sûka bajêr re geriyan.