'Reyhanli encama polîtîkaya derve ya Tirkiyê ye'

'Reyhanli encama polîtîkaya derve ya Tirkiyê ye'

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina li civîna koma xwe de destnîşan kir ku, polîtîkaya derve ya hukûmeta Tirkiyê li Reyhanliyê têk çûye. Demîrtaş ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk jî diyar kir ku, temînata herî mezin a vê pêvajoyê gel bi xwe ye.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna vê heftê ya koma xwe de bi bîranîna têkoşerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan e û ev meh kirin "meha şehîdan" dest bi axaftina xwe kir. 
Demîrtaş di destpêka axatina xwe de komkujiya li navçeya Hatay Reyhanliyê şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xwest. Demîrtaş da xuyakirin ku, ew polîtîkayên hukûmetê yên derve timî rexne dikin û bibîr xist ku, wan di her kêliyê de hewl dane encamên gengaz ên polîtîkaya der heqê Sûrîyê de vebêjin. Demîrtaş got, "Me got, eger weke civakê em li dijî vî şerî dernekevin, wê roj were bombeyên li Şam Helebê diteqin, li nava Tirkiyê biteqin. Mixabin ew dîmen derketin holê. Me weke BDP'ê ev rexne û hişyariyên xwe anîn ziman. Lê hukûmeta AKP'ê bi biryardarî  hertim got, ma em li kiryarên Esed çavê xwe bigirin? Hukûmetê îddîa kir ku, rêya yekane ya rawestandina zilma Esed, bi piştgirîdayîna komên radîkal ên wê derê ye. Mîna ku ji bilî vê ti rêyên din tineye, nêzîkatî nîşan da. Eger Tirkiye dixwaze bi rastî piştgiriyê bidê, hingî ne Esed ne jî "artêşa azad" a Sûriyê bila piştgiriyê bide gelê Sûriyê."

SEDEMA SANSURA MEDYA ÇIYE?

Demîrtaş diyar kir, ku hukûmetê sînorê Hatayê veguherandiye "serad" ê û ne diyare kî diçe kî tê.  Demîrtaş da xuyakirin ku, weke parlamenterekî ew zehmetiyê dibînin ku têkevin Serê Kaniyê û Sirûcê û destnîşan kir ku, hukûmetê sînorên Hatayê bi temamî radestî "çeteyan" kiriye. Demîrtaş got, "Hukûmetê li dijî Esed piştgirî da çeteyan, lê hesab nekir ku wê berdêla vê yekê rojekê rû bide. Ti ewlekariya welatiyên li ser sînor nemaye û gelê Reyhanliyê bûye qurbana van polîtîkayan."

Demîrtaş bal kişand ser qedexeya weşanê ya der heqê bûyerên li Reyhanliyê de û got, "Gelo dixwazin çi veşêrin? Ev yek bi sansura medyayê nikare were veşartin. Em di dema ragihandinê de dijîn. Divê hukûmet dest ji têgihiştina xwe ya qedexeyan berde. Û pêwîste polîtîkayên xwe yên li ser Sûriyê jî biterikîne. Ev nayê wateya piştgirîdayîna Esed, tê wateya piştgirîdayîna gelên Sûriyê."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku, eger Tirkiye behsa destûreke bingehîn a ji maf û azadiyan dike, hingî divê heman tiştî ji bo cîranên xwe jî bixwaze û weha peyivî; "Eger Tirkiye di helwesta xwe ya neyînî ya heta niha de bi israr dewam bike, tirsa me ew e ku şerê li Sûriyê hêdî hêdî derbasî Tirkiyê bibe. Di vê nuqteyê de ne girîng e, berpirsyarê rastîn ê  vê bûyerê kî ye. Ew di asta duyemîn a girîngiyê de ye. Kî li ser vê komkujiyê dixwaze ji xwe re ranta siyasî bi dest bixe? Ev pirs gelekî girîng e. Yên ku ji me re bi salan digotin li ser xwînê siyasetê dikin, li Reyhanliyê hînê cenaze li erdê bûn hewl dan vê firsendê bikar bînin. Li Reyhanliyê kum ket serê keçel hat dîtin. Ji bo aramiya herêmî em bang dikin ku, hukûmet polîtîkaya xwe ya derve biguherîne."

'PIŞTGIRÎDAYÎNA PÊVAJOYÊ DEYNÊ ME HEMÛYAN E'

Demîrtaş di axaftina xwe de pêvajoya çareseriya demokratîk jî nirxand û diyar kir, di vê çarçoveyê de vekişîna gerîla dewam dike. Demîrtaş got, "Komên destpêkê niha gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê qonaxê de, pêkhatina vê rewşê ji bo me şenseke. Yên ku bi salane dibêjin bila çek bêdeng be derkevin derveyî sînor, divê herî zêde di vê demê de dengê xwe bilind bikin. Ev pirsgirêk pirsgirêka tevahiya Tirkiyê ye û berdêleke gelekî mezin heta niha hatiye dayîn. Lewma destekdayîna vê pêvajoyê deynê me hemûyane."

'DIVÊ HUKÛMET LI GOTINÊN XWE BALDAR BE'

Demîrtaş ziman û gotinên hukûmetê jî rexne kir û got, "Pêwîste beriya her tiştî hukûmet li ziman û gotinên xwe binêre, biguherîne û bi awayekî ciddî nêzî pêvajoyê bibe. Daxuyaniyên dawî yên berdevkê hukûmetê da, dihat wateya "Çima hûn vedikişin, vegerin." Em fêm nakin, çima daxuyaniyên bi vî rengî tên dayîn. Mûxatabê vê pirsgirêkê berdevkê hukûmetê dibêje "Bila biçin binê dojehê." Ev ziman ev gotin rast e? Yê ku herî zêde di vê mijarê de hişyariyan dide, van gotinan bilêv dike. Yê ku gelek caran digirî û her tim çavgirî ye, van gotina dibêje. Şertên çûyîna bihuştê jî ew bi xwe diyar dike. Mîna ku Desteya Wezîran biryar stendiye. Gelo ma Desteya Wezîran biryarê dide ka kiyê biçe bihuştê kî naçe?"

'TEMÎNAT GEL BI XWE YE'

Hevserokê BDP'ê da xuyakirin ku, bi civîn û konferansan wê ev pêvajoya aştiyê dikare mayînde bibe û destnîşan kir ku, konferansa 25-26'ê Gulanê ya Kongreya Demokratîk a Gelan a li Enqerê, di vî warî de gelekî girîng e.  Demîrtaş ji rewşenbîrên ji vê konferansê re pêşengiyê didin spas kir û got, "Kesên ku dibêjin demokrasî nebe aştî jî nabe, bi me re di heman nêrînê de ne. Eger bi yekdengî di van konferansan de encameke bi hêz derkeve, hingî em vê pêvajoya aştiyê ya girîng di destê ti kesî de nahêlin. Konferansa Enqerê û konferansa KCD'ê ya li Amedê, wê bibin ewlekariya herî mezin a pêvajoya aştiyê. Temînat gel bi xwe ye. Di civînên li ser pêvajoyê hatin kirin de derket holê, ku gel ji her demê bêtir niha ji aştiyê re amade e."
Demîtaş bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan jî rû didin û bang li rayedaran kirin ku, tavilê van pirsgirêkan çareser bikin.