Rêya tazmînatê ji Şîliyên mexdûrê îşkencê re hat vekirin

Rêya tazmînatê ji Şîliyên mexdûrê îşkencê re hat vekirin

Rêya tazmînatê ji Şîliyên di dema lîdêrê dîkdetor Augusto Pinochet de rastî îşkenceyê hatîn, hat vekirin.

Leopoldo Garcia yê 80 salî yê di dema Pinochet de hatî surgûn kirin, li  herêma Costa Rica  ya parzemîna Amerîka yê li Dadgeha Mafê Mirovan doz vekir.

Lucero, di 1975’an de welatê xwe bi cih hêliştî bû, da diyar kirin ku pirsyartiya wê yekê Hikûmeta Şiliyê ye û doz vekir. Lucero ta niha li Îngiltereyê jiyan dike, biryara ku di dozê de hatî girtin ji bo 200 hezar şîliyên di dema Pinochet de welatên xwe terk kirin jî wê bibe mînak.

Locero xwe wek sosyalist bi nav dike û dest nîşan dike ku 5 rojan piştî derbeyê gelek salan  di binçavan de maye.

Lucero ji ber îşkence ya lê hatî kirin siqet bûye û di îşkenceyê de didanên xwe yên pêş jî winda kiriye. Di guhên wî de nexweşî heye û li ser ruyê wî şupên îşkenceyê tên  dîtin. Piştî ku Lucero îşkence dît  birîn li qampa bi navû deng ya Chacabuco ya komkirinê.

Lucero, di sala 1975'an de bi biryara wezîrekê hat surgun kirin.