Rêxistinên MHP'ê yên li Bakurê Kurdistanê tên girtin
Rêxistinên MHP'ê yên li Bakurê Kurdistanê tên girtin
Rêxistinên MHP'ê yên li Bakurê Kurdistanê tên girtin
Alîkarê Serokê Giştî yê partiya nîjadperest MHP Şefkat Çetîn da xuyakirin ku wan biryar stendine, Rêxistina partiya xwe ya navçeya Çewlik Dara Hênê bigirin. Hat ragihandin ku Serokê Navçeyê Şevket Ovun jî bi daxwaza derxistina ji partiyê radestî dîsîplînê hatiye kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Şefkat Çetîn, der barê girtina rêxistina partiya xwe ya navçeya Dara Hênê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi erkdariya ji xalên 52. û 54. ên rêziknameya partiya me; rêxistina navçeya Çewlik Dara Hênê ji aliyê Dîwana Serokatiyê ve bi erka ji Desteya Rêveberiya Navendî werdigire, li gorî xala 34. a rêziknameyê, hatiye girtin."
Çetîn diyar kir ku Serokê Navçeyê Şevket Ovun jî bi daxwaza derxistina ji partiyê radestî dîsîplînê hatiye kirin.
Beriya niha bi demekê MHP'ê rêxistina xwe ya Semsûrê jî girtibû û Serokê Bajêr Osman Aslan bi daxwaza derxistina ji partiyê radestî dîsîplînê kiribû.