NÛ BÛ

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê nerazîbûn nîşanî komkujiya li Moskowayê dan

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê, komkujiya ku DAÎŞ'ê li Moskowayê pêk anî, şermezar kirin.

Sazî û rêxistinên nûnertiya Kurdên li Rûsyayê dijîn, bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya DAÎŞ'ê ya li Moskowayê pêk anî şermezar kirin.
Di daxuyaniya hevpar a li ser navê Yekîtiya Saziyên Kurd ên Civakî ya Navneteweyî, Rêxistina navherêmî ya Jinên Kurd a Rûsyayê û rêxistina Êzdîxan a Rûsyayê de hat dayîn de ev tişt hate gotin: “Em sersaxiyê ji malbatên kesên wefat kirine û tevahiya gelê Rûsyayê re dixwazin, her wiha şifaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Ev êrîşa terorîstî li dijî yekîtî, hevgirtin û dostaniya gelên Rûsyayê hatiye kirin. Weke hemwelatiyên Rûsyayê, divê em li dijî êrîşên bi vî rengî yên terorê yên hêzên xirab, ku li dijî yekîtî, hevgirtin û dostaniya me plankirî ne, hîn bêhtir bibin yek û têbikoşin. Divê em nîşanî hemû hêzên ku niyeta wan xirab e, dê ti êrîşên wan encamê negirin. Divê sûcdar û hêzên li pişt wan cezayê ku heq dikin bistînin."