KESK, DÎSK, TMMOB û TTB daxuyandin ku, ew dê di salvegera komkujiya Roboskiyê de li Roboskiyê bin û dê hesabê ji kiryaran bipirsin.
KESK, DÎSK, TMMOB û TTB' têkildarî salvegera komkujiya Roboskiyê daxuyaniyekî hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li gel li ser bombebarana balrfirên şer ên Artêşa Tirk ya di 28'ê kanûna 2011'an re li Roboskiyê pêk hat û 34 welatî qetilkirin salek derbazbû jî, lê hêj ji bo kiryar bên dîtin tu gav nehatin avêtin û wiha hate gotin:
"Ligel van hemûyan di serî de malbatên zarokên xwe windakirin, kesên dixwazin biçin gund, sazî û dezgehên daxwaza aşkera kirina kiryaran kirin, rastî gelek zext û zordariyan hatin. AKP'ê û Serfermandariyê komkujî weke 'zirara şer' nirxandin. Mirana 34 ciwanên me yên temenê wan 13-20 salî bi hinceta 'karê dijzagonî dikirin' rewa dikin. Ji malbatên ciwanên me yên hatin kuştin re weke qelfên xwe pê bikin 'pereyê xwînê' pêşniyar kirin.
Ligel vê yekê gotinên 'me tazmînat dan hêj çi dixwazin' xwestin bûyerê bi pe re bigirin. Salek bi ser komkujiyê re derbaz bû. Di vê demê de ligel her tişt li holêbûn tenê dad pêk nehat. Ji bo em careke din hesaba komkujiya Roboskiyê bipirsin, nûnerên rêxistinên me dê di şeva 28'ê kanûna girêdinin 29'ê kanûnê li Roboskiyê bin. Em dê bi gelê Roboskiyê re bin."