Rêxistinên Elewî: Roj roja bibîrxistina hemwelatiya wekhev e!

Şaxê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û Federasyona Bektaşî ya Elewiyan (ABF) li Kadikoyê êrîşên qirker ên li dijî baweriya Elewiyan protesto kirin.

Rêxistinên Elewiyan bi pêşengiya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û Federasyona Bektaşî ya Elewiyan (ABF) li pêşiya Operaya Sureya ya li Kadikoyê li hev civiyan û êrîşên qirker ên li dijî baweriya Elewiyan protesto kirin.

Çalakî di bin dorpêça polîsan de hate kirin û pankarta “Malên Cemê îbadextaneya me ye, Pîr Sultan soza me, Kerbela rêya me ye” hate vekirin. Rêxistinên Elewiyan bê navber dirûşmeyên “Em Elewî ne em mafdar in em ê bi ser bikevin” ,”Zext nikarin bi me” , “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” û “Malên Cemê îbadetxaneyên me ne” berz kirin. Li ser navê rêxistinên Elewiyan Serokê Şaxa PSAKD’ê ya Sultanbeylî Erdal Aksoy axivî.

Aksoy bi bîr xist ku her roj bi zext, tinekirin û êrîşeke nû re şiyar dibin û wiha domand; “Her sibê li ser derî û îbadetxaneyên me işaretan datînin û êrîşan pêk tînin. Nivîsên ‘Bidawî nebû’, ‘Mirin’ û ‘Elewî bicehime’ dinivîsin û êrîş zêde dibin. Em ji bo daxwazên hemwelatiya wekhev hê bêhtir qîr bikin li vir kom bûne.”

TÊKOŞÎN WÊ BIDOME’

Aksoy xwest ku daxwaza hemwelatiya wekhev bibe yasayî û wiha got; “Roj roja bibîrxistina daxwaza hemwelatiya wekhev e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Dema daxuyaniyê di navbera polîs û girseya gel de rageşî çêbû. Kalepîrekî Elewî ku nerazîbûn nîşanî polîsên ku rê ji wesayîtan re vekir da wiha got; “Eger AKP û MHP bûya ew ê ev hemû re bigirtiban.”