Rêxistinên ciwanan li ber qirkirina siyasî rabûn
Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî dan û diyar kirin ku wê paşve gavê neavêjin û serê xwe li ber terora girtinê netewînin.
Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî dan û diyar kirin ku wê paşve gavê neavêjin û serê xwe li ber terora girtinê netewînin.
Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê têkildarî girtina endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Nevroz Gulen civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di civînê de ku li avahiya SES'ê ya Enqereyê pêk hat pankarta bi nivîsa "Ciwan wê serê xwe li ber terora girtinê netewînin. Azadî ji Newroz Gulen re" hate daliqandin.
Selîm Dogan bi navê rêxistinên ciwanan daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku li Enqereyê bi taybetî polîs êrişê dibin ser têkoşîna ciwanan, ji bo ciwanan bitepisînin û bitirsînin her rê û rêbazê diceribînin.
Dogan bi bîr xist ku li Enqereyê sîxurtî li ser bi dehan endamên rêxistinên ciwanan hatiye ferzkirin û bi rêya destgîrkirin, gefxwarin û girtinê hewl didin ciwanan krîmînalîze bikin.
Dogan destnîşan kir ku rêxistinên ciwanan li dijî zextê têkoşîna hevpar mezin dikin û got, "Li dijî destgîrkirin, girtin, êşkence, revandin, sîxurkirinê me carekê jî paşve gav neavêtine."
Dogan anî ziman ku têkoşîna yekbûyî wê bêhtir bê mezinkirin û got, "Bi navê rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê, em bi hevrêyên xwe yên Meclîsên Ciwanan ên HDP û HDK'ê re ne. Bi xurtkirina têkoşîna yekbûyî û rêxistinbûyî ya ciwanan em ê bersivê bidin van operasyonan. Bi destgîrkirin û girtinê hûn ê nikaribin me bitepisînin, hûn ê winda bikin."