Rêxistinên civakî ji bo xwedîderketina li HDP'ê bang kirin

Rêxistinên civakî yên sivîl li dijî qirkirina siyasî ji bo xwedîderketina li HDP'ê bang kirin.

Hewldana Azadî ji Fikir re ya Enqereyê, Yekîtiya ji bo demokrasiyê, Platforma komeleyên rojhilat-başûrrojhilat û Platforma siyaseta sivîl jî di nav de 9 rêxistinên civakî yên sivîl li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku darbeya li HDP'ê ne ji bo guhertina rojevê ye, lê ji bo guhertina rejîmê ye û hate gotin, "Operasyona dawî ya li dijî HDP'ê, binpêkirina destûra bingehîn û derba kuştinê ya li dijî demokrasiyê ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên pîşeyî, sendîka, hêzên demokrasiyê û rejîma demokratîk ji bo parastina hebûna divê xwedî li HDP'ê derkevin.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên muxalîf hate kirin ku li gel HDP'ê cih bigirin, demokrasiyê biparêzin û hate gotin, "Gefa topyekûn tenê bi berxwedana topyekûn beralî dibe."