Rêxistinên çapemeniyê bal kişand ser têkiliyên medya Tirk

12 Rêxistinên pîşeyî yên Çapemeniyê, bi gotina ‘Rezîlî û rizandineke wiha nehatiye dîtin’ bal kişandin ser têkiliyên qirêj ên kesên di bin navê ‘rojnamegeriya’ çapemeniya Tirk de kar dikin.

Koma Piştevaniya Çapemeniyê, Konseya Çapameniyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem, Komeleya Nûçegîhanên Dîplomasiyê, Komeleya Nûçegîhanên Aboriyê, Cemiyeta Rojnamegeran, Haber-Sen, Cemîyeta Rojnamegerên Îzmîrê, Komeleya Rojnamegerên Parlamentoyê, Komeleya Nûçegîhanên Wêneyan a Tirkiyeyê, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, Qameremanên Nûçeyên ên Tirkiyeyê, bi daxuyaniyeke hevpar a nivîskî bertek nîşanî rojnamegerên tevlî têkiliyên qirêj bûne dan.

Di daxuyaniyê de bi kurtasyî ev tişt hat gotin: "Piştî îttîrafê Serokê Rêxistina Sûc Sedat Peker, derket holê ku gelek kesên rengê "rojnamegeran" dane xwe tevlî têkiliyên qirêj bûne. Em bikin ku kesên pîşeyê ji bo emelên xwe yên qirêj bi kar anîne hesab bidin. Ji bo rojnamegeriyê demeke pir tarî derbas dibe. Di dîroka çapameniya me de rizandin û rezîliyeke wiha nehatiye dîtin. Divê daraz angaştên ku ser wan nikare bê veşartin lêkolîn bike û bi rêya lêpirsînan van angaştan zelal bike. Werin em tev bi hev re ji kesên ku rojnamegerî û rojnameyan ji xwe re dikin mertal û weke çek bi kar tînin re bibin asteng."