Rêxistina MAD’ê ji bo azadiya Ocalan îmzeyan berhev dike
Rêxistina MAD’ê ji bo azadiya Ocalan îmzeyan berhev dike
Rêxistina MAD’ê ji bo azadiya Ocalan îmzeyan berhev dike
Rêxistina MAD a Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê û gundên wê dest bi kampaniya berhevkirina îmzeyan kir.
Rêxistina MAD a Mafê Mirovan a Sûriyeyê li bajarê Kobanê û bi kombûna sedan ji welatiyên herêmê li pêşiya Navenda Rêxistinê dest bi kampaniya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Welatiyan li wir navên xwe nivîsandin û îmze avêtin.
Hate hînbûn ku, ev însiyatîfa yekemîne ku Rêxistina MAD li bajarê Kobanê pê radibe û dê di rojên bê de li hemû gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê pêk were.
Her wiha beriya niha Rêxistina MAD a Mafê Mirovan a Sûriyeyê beriya niha bang li hemû Hêz, Sazî, Komîte, Tevger û kesayetên ku ji bo azadî û rûmeta mirovan tevdigerin kiribû ku, piştgiriyê bidin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Rêxistina MAD a Mafê Mirovan a Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de balê dikşîne ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û wiha dibêje: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1948’an de ji dayîk bûye û li hember siyaseta ku Tirkiye li ser Kurdan dimeşîne û qebûlnekirina hebûna netewa Kurd di hemû aliyên civakî, çandî, siyasî û aborî de bi hejmarek ji hevalên xwe yên zanîngehê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezrandiye û ji ber xebata wî bi hevalên xwe re Partiya wî li hemû cîhanê belavbûye.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Abdulah Ocalan her dem di pêvajoya xebata xwe de dengê aştiyê bû, ji bo vekirina deriyê aştiyê ji destpêka salên 90’î ve ango sedsala borî pirî caran agirbesta yekalî pêk aniye, lê mixabin ev dengê aştiyê nehate guhdarkirin.”
Hate diyarkirin ku, ‘’Di encama binpêkirina hemû zagonên navnetewî yên mafê mirovan de li paytexta Kenyayê Nîrobî di 15’ê Sibata 1999’an de bi planekê bi alîkariya Îstixbaratên Yewnanistan, Amerîka, Îsraîl, Tirkiyê û Ewropa hate girtin û bi awayekî neqanûnî û bê ku parastvaniya xwe bike hate darizandin.”
Di daxuyaniyê de tê nîşankirin ku: ‘’Ji bilî zordariya rewşa zîndanê û mafên girtiyên siyasî û siyaseta tenêtiyê li ser tê meşandin ku serdana xizm û parêzerên wî tên astengkirin û rewşa tenduristiya wî nayê berçavkirin, hîna jî birêz Ocalan xebata xwe ji bo aştiyê ku ji 1999’an ve destpê kiribû, heta nexşerêya 2009’an û herî dawî projeya aştiyê di Newroza 2013’an de ji aliyê wî ve hate pêşkêşkirin.
MAD’ê bang kir û got: “Em wek Rêxistina MAD a Mafê Mirovan a Sûriyeyê bang li hemû hêz, sazî, komîte, tevger û kesayetên ku ji bo azadî û rûmeta mirovan tevdigerin dikin ku, piştgiriyê bidin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”