Rêxistina Efûyê xwest biryara darvekirina Ramîn bê rakirin

Amnesty International (Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî) der barê ciwanê Kurd Ramîn Hisên Penahî de daxuyaniyek da û got: "Xeterî heye ku Ramîn Hisên Penahî piştî cejna Remezanê bê darvekirin. Divê biryara darvekirina Ramîn bê rakirin."

Amnesty International (Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî) derbarê ciwanê Kurd ê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, daxuyanî da.

Amnesty fikarên xwe yên li ser xeteriya darvekirinê eşkere kir û ev daxuyanî da: "Cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Penahî neheq e û pêwîste ev ceza were rakirin. Wê li gorî biryara dadgehê Ramîn di 3’ê Gulanê de hatiba darvekirin. Lê ji ber ku nerazîbûn zêde bûn, ev biryar hat taloqkirin. Piştî ku Ramîn hate girtin 4 mehan ti agahî jê nehatin girtin. Piştî wê jî du mehan di hucreya yek kesî de hate girtin. Di vê demê de êşkence lê hate kirin. Ti delîlek nîne ku Ramîn Hisên kesek kuştibe."

Ramîn Hisên Penahî ciwanek Kurd e, xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Par ji aliyê Îranê ve hat girtin û dadgehê cezayê darvekirinê lê birî.

Kampanyaya Parastina Zindaniyên Siyasî û Medenî 21'ê Gulanê daxuyaniyekê li ser ciwanê Kurd Hisên Ramîn Penahî belav kiribû. Li gorî daxuyaniyê berpirsyarên zindana navenda Sine roja Şemiya borî biryara darvekirinê ji bo Ramîn ragihandine. Berpirsyaran ji Ramîn re gotine, "Ti kes nikare me ji biryara me vegerîne. Em ê piştî Remezanê biryara darvekirinê pêk bînin."

Bi vê re jî diyare ku rejîma Îranê dixwaze piştî meha Remezanê ciwanê Kurd Ramîn Hisên Penahî bi darve bike.