Rewşa girtiyên nexweş Dîrekçî û Karaguzel giran in

Li Stenbol û Enqerê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyan de hate gotin ku rewşa Semîre Dîrekçî û Mûhlîse Karaguzel giran in, tavilê divê bên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, çalakiya xwe ya Rûniştna F, di hefteya 444’emîn de, ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya dijîtal lidar xist. Komîsyona di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ya li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dimîn e.

Endamê komîsyonê Mehmet Acettîn, daxuyanî da û got: “Ligel hemû bergiriyên li dijî şewbav Kovîd-19’an her roja diçe mirin û pêketiyên vîrûsê zêdetir dibin. Ev ji bo rewşa girtiyan hîn xirabtire. Girtî bê parastinin. Pêketiyên li girtîgehan jî zêde dibin. Ji ber pêvajoya pandemiyê û pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn, Takiyettîn Ozkahraman ê 75 salî di 19’ê Îlonê de û Alî Boçnak ê 76 salî, li Girtîgeha TÎpa L a Patnosê jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên temen mezin û nexweşên giran, di van şert mercên pandemiyê de, bi rîskeke giran re rûbirû ne. Em banga xwe ya alîkariya ji bo girtiyan weke her tim dûbare dikin.”

Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ya 23 salin girtiye û nameya Dîrekçî ji wan re şandibû xwend. Dîrekçî di nameya şandibû de wiha behsa rewşa xwe dike: “Ji ber pandemiyê min emeliyat nakin. Êş û janên min ên pir giran hene. Ji bo vê min dibin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdê. Dema min dibin nexweşxanê bi du awayî min kelepçe dikin. Dem amin paşve tînin girtîgehê jî, min dixin odeya karantînayê. Ez nikarim li xwe mêze bikim û zoriyan dikêşim. Ji bo ku hûn bikevin tevgerê, ma hûn li benda mirina minîn? Dengê min bibihîsin.

ENQERE

Înîsiyatîf Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 316’emîn de balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Şaxê Enqereyê civîna çapemeniyê lidar xist û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (57) a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û diyar kir ku Karaguzel nêzî salekê ye di hepsê de ye û her ku diçe rewşa wê giran dibe, tedawiya wê nayê kirin û bi muameleya nebaş re rûbirû hatiye hiştin.

Çevîrmen destnîşan kir ku Karaguzel di rabûn-rûnitşinê de û bêhn sitendinê de zehmetiyan dikişîne û nexweşiyên şekir, tansiyona zêde, astimê pê re hene û her çiqas raporên wê hene jî nayê berdan. Çevîrmen got her çiqas Karaguzel nexweşek rewşa wê nebaş e jî lê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora “dikare di hepsê de bimîne” dayê. Çevîrmen anî ziman ku dermanên Karaguzel ên diyete ango şekirê wê nadinê û ev dibe sedema giranbûna nexweşînên wê. Çevîrmen got pêwîste tedawiya Karaguzel bêkêmasî were kirin û xwest înfaza wê were taloqkirin û were berdan.