Rewşa girtiyê nexweş Polat giran e, derman nadin wî

Di çalakiya Rûniştina F’yê de bal kişandin ser girtiyê nexweş Ekîm Polat. Dêya Polat diyar kir ku kurê wî girtiyê nexweş e û derman nadin wî.

Parêzvanên mafê mirovan li Stenbolê çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 428’emîn de bal kişandin ser rewş girtiyê nexweş Ekîm Polat (23) ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê ye. Parêzvanan çalakiya xwe li ser medya civakî pêk anîn. Endama ÎHD’ê Nergis Şahîn daxuyanî da û mirina Vefa Kartal ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û got “Astengiyên li pêşiya mafê tenduristiyê mirinê bi xwe re tîne. Şahîn da zanîn ku li girtîgehan li dijî girtiyan binpêkirinên mafan ên cûr bi cûr pêk tên û her roja ku diçe binpêkirinên mafan ên bêhejmar pêk tên û girtî bi xetereyê re rû bi rû ne.”

Parêzvanê mafê mirovan Mehmet Acettîn jî derbarê rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat û derbarê rewşa wî de agahî da. Acettîn anî ziman ku her ku diçe rewşa Polat giran dibe û 24 sal ceza lê hatiye birîn. Acettîn da zanîn ku li gorî malbata Polat agahî daye wan gelek nexweşî li Polat peyda bûne û ji bo li şertên baş were dermankirin divê Ekîm Polat were berdan.