Rewşa girtiya nexweş Tokmak giran e

Rewşa tendiristiyê ya girtiya nexweş Tokmak her ku diçe giran dibe. Tim xwîn ji Tokmak diçe.

Rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Fatma Tokmak, ku nexweşiya dil pê re heye û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê dimîne, her ku diçe giran dibe. Tokmak ku Duşemê em çûbûn serdana wê, hê nû ji nexweşxanê hatibû, diyar kir, ji ber dermanê bi navê Coumadîn ku ji bo peşî li tîrbûna xwînê bigire û kontrol bike dabûnê, ji malzaroka wê tim xwîn diçe.

‘TIM XWÎN JI MIN DIÇE'

Tokmak, ku ji bo xwîn jê neçe divê Coumadînê bi kar bîne, ji ANF'ê re got, ''Xwîna min nasekine, ji ber vê, ji bo ku xwînê bidin min tim bêgav dimînim ku biçim nexweşxaneyê''. Tokmak ku diranên wê jî diarin, ji ber sedema ku mieyenaya bi kelepçe ev 3 sal in nikare biçe diranê xwe jî rake.'' Li gel rapora TÎHV'ê ku dibêje, 'nikare li girtîgehê bimîne' jî ji ber sedema rapora  Saziya Tiba Edlî (ATK) ku dibêje, 'dikare li girtîgehê bimîne' bi salan e nayê berdan.

'GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE BIRYARDAR IN'

Tokmak li rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger yên li Girtîgeha Barkikoyê jî got li koxûşên C-10, C-9'ê 6 jin di girtîgehê de ne, girtiyên bi navê Esma Başkale, Belgîn Kanat û Zozan Katum pir li xwe şikandine, sergêjînek bi wan re çêdibin, dilê wan li hev dikeve û bi zorê radikevin. Tokmak her wiha got kontrola ku her roj divê ji hêla bijîjkê girtîgehê ve were kirin jî nayê kirin.
Tokmak diyar kir moralê çalakgerên greva birçîbûnê baş e û biryardar in ku heta tecrîd were şikandin berxwedana xwe bidomînin.