‘Divê girtiyên nexweş bên berdan'

Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.

Li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 549'an a Rûniştina F de li ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Komîsyonê, di çalakiyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Şakranê girtî ye. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û timî dirûşmeyên "Mirov bi mafê xwe mirov e" ,  "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn" , "Tedawî maf e nikare bê astengkirin" û Bila Ûfûk Keskîn bê berdan" hatin berzkirin.

Daxuyaniya ku ji bo balkişandina rewşa Ûfûk Keskîn hatibû amadekirin ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. Yolerî, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş giran dibe û ji ber vê hejmara girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe û bi van gotinan bal kişand ser rewşa girtiyê  nexweş Ûfûk Keskîn: "Nexweşiyên mîna Tip1 diyabet, Çolyak, Sorbûna laş, Dermatis Hipotifermis, alerjiya laktozê, fitiqa sûtî û piştê, Raynaud Fenomenî, gastrît, alerjiya toz ve kufê; nexweşiyên diran û gurçikan jî bi Keskîn re hene."

Di berdewamê de Yolerî, destnîşan kir ku di şertên girtîgehê de ne pêkan e ku tedawiya Keskîn bê kirin û bang kir ku divê Keskîn bê berdan û tedawiya wî li derve bê kirin.

Piştî daxuyaniyê bavê Keskîn Fahrettîn Keskîn jî axivî û xwest ku kurê wî bi awayekî lezgîn bê tedawîkirin.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 421’emîn de li ber avahiya ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û pankartê daxwaza girtiyên nexweş bên berdan hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Adnan Karakaş ê li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin.

Endama Rêveberiya Desteya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û da zanîn ku Karakaş 30 sal in girtî ye û li gel nexweş e û cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Çevîrmen got Karakaş ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ketiye. Çevîrmen diyar kir ku berdana Karakaş tê astengkirin û xwest demildest were berdan.

ÎZMÎR

Rêveberên ÎHD'a Îzmîrê jî di hefteya 261'emîn de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Suphî Îsmaîl ê ji sedî 50 astengdar e û xwest girtiyê nexweş Îsmaîl bê berdan. ÎHD'ê ragihand ku li gel nexweşxaneyê gotiye girtiyê nexweş Îsmîal li girtîgehê bimîne jî lê Desteya Tenduristiyê rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" daye û berdana wî tê astengkirin.