Rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin

Li Enqere, Îzmîr, Antakya û Stenbolê polîsan danê sibehê avêtin ser malên rêveberên ESP û SGDF'ê.

Li Enqere, Îzmîr, Antakya û Stenbolê, polîsan danê sibehê avêtin ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF).

Di serdegirtinê de li Stenbolê endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Sûat Çorlû, li Enqereyê Seroka ESP'ê ya Bajêr Dîdar Gul û li Antakyayê jî rêvebera ESP'ê Hacer Atahan hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê endama SGDF'ê Alev Ozkîraz hate binçavkirin. Endamê SGDF'ê Alî Ylimazer bi hinceta lêpirsîna li Enqereyê der heqê wî de hatiye vekirin, li Îzmîrê hate binçavkirin.