Rêveberên Çeteyan li Çewlîka Demîrler a Reyhanliyê ne!

Dîhaber nûçeyên nûçegihanê xwe Erdogan Alayamût ku beriya were girtin ji navenda nûçeyan re şandibûn diweşîne..

Diyar bû ku li Reyhancli li Çewlîka Demirler çete hatine bicihkirin. Yek ji xebatakaran dema ku rewşê dibêje, dibêje ku rêveberên çete di nav xwe de bi Erebî diaxivin, bi roj heya ku hewce nabe dernakevin derve. Xebatkar bi telefon, wênegir, cîhazên elektronîk nikarin têkevin hundir dema ku derdikevin jî ser wan ser ta pê seh dikin.

Xebatkarê Çewlîka Demirler (Reyhanli A.Ş) ya Reyhanli got li wîllayên baneyê komên çekdar, bi şaşik, rêveberên payebilind dibîn û wiha karê şîrketa ku li Hatayê herî pir pereyan bi dest ve tîne hişkere kir.

Dihaber nûçeyên nûçegihanê xwe Erdogan Alayamut ku beriya were binçavkirin û girtin ji navenda ajansê re şandibûn, ên li ser xeta sînor diweşîne.

Di nûçeya Alayamût de, ya bi navê ‘’Baneya komên çekdar’ ev agahî têne dayin:

ŞÎRKET LOJÎSTÎK Û ÇEKAN JI KOMÊN RADÎKAL RE TEMÎN DIKE

Navçeya Reyhanli ya Hatayê piştî şerê li Sûriye dest pê kir bû qad û barageha komên çekdar. Çewlîk û fabrîqeyên li vir hatin avakirin bêtir ji komên çekdar re alikariya çek û lojîstîkê kirin. Yek ji van Çewlîkan jî Şîrketa Reyhanli A.Ş. a bi navê Demirler Çiftligi ye. Şîrketa Demirler herî zêde bi alîkariya lojîstîk û çekan a ji komên radîkal re dişîne navdar e. Hat îdîakirin ku li ser sînor di hefteyên dawî de li Cewliga Demîrler ku wekîlê AKP'ê yê Hatayê Fevzi Şanverdî jî şirîkê wê ye rêveberên komên radîkal ên El Nusra û Ehrar El Şam li vir dibin pêvan.

ŞÎRKETA KU HERÎ ZÊDE LI HATAYÊ RADIBE ÇEWLÎKA DEMÎRLER E

Yek ji şîrket û çewlikên ku li ser sînor hatine avakirin, pişti şerê li Sûriye dest pê kir ya herî zêde rabû Şîrketa Reyhanlı A.Ş, a Demîrler e. Hem rayedarên MÎT'ê û hem jî rayedarên midûriyeta polîsan karên tarî li vir meşand. Ji derve çewlîk wekî kişlaya leşkerî tê dîtin. Çewlîka ku heta 6 sal berê wekî qada sewalgeriyê dihat xebitandin piştî şer li vir bazirganiya çek û sewqiyata lojîstîkê dest pê kir.

DI NAVA ÇEWLÎKÊ DE VÎLLA 3 QAT HAT AVAKIRIN

Di salên dawî de di nava Çewlîkê de mizgeft, market, qadên jiyana komî hatin avakirin. Şîrketê zeviyên der û dora xwe krîn û di nava çewlikê de vîllayên 3 qat hatin avakirin. Hat diyar kirin ku reveberên El Nusra û Ehrar El Şam hatin li van vîllayan bi cih bûn. Welatiyên li derdora çewlikê dijîn, diyar kirin ku çewlîka ku beriya 3 salan bêdeng bû, di 3 salên dawî de liv û tevger gelek zêde bû. Li vir êdî maşîne hatin firotin û rêveberên rêxistinê li vir bûn mêvan. Hat diyar kirin ku maşîneyên sipî şandin Bajarên Îdlibê ku niha OSO lê serdest e. Hat diyar kirin ku şîrketê ji ber bazirganiya maşîneyan bi milyon dolaran pere bi dest ve anî. Dîsa ji ber ku ji komên çekdar re çek û lojîstîk sewq kir gelek qezenç kir. Şêniyên der û dora çewlîkê destnîşan kirin ku rêveberên komên çekdar ên li herêma Îdlibê tên li vir dibin mêvan û li vir dijîn. Welatiyên der dorê anîn ziman ku berê sewqîyata çekan dihat kirin, lê di demên dawî de sewqîyat rawestiya ye û li çewlîkê mirovên bi rih û şaşik li van vîllayan dijîn.

XEBATKARÊ ÇEWLÎKÊ: KESÊN TÊN VIR ENDAMÊ RÊXISTÊ NE

Xebatkarê paqijiya Çewlikê ku nexwest naê xwe bide diyar kir ku piraniya kesên tên li vir dimînin rêveberên rêxistinên çekdar in û wiha got: "Kesên tên vir kesên bi rih û şaşik in. Rêveberên jor ên komên çekdar û komên radîkal in. Hen ji bajarên cuda yên Tirkiye tên û hem jî ji devre tên. Dema derdikevin derve jî bi maşîneyên zirxî derdikevin derve. Bi roj zêde dernakevin derve. Bêtir di nava xwe de bi erebî di axivin.

XEBATKAR NIKARIN BI TELEFONAN TÊKEVIN HUNDIR

Xebatkarê Çewlikê, anî ziman ku bêtir kesên ji Sûriye li vir dimînin û bi şev li hev kom dibin û sohbet dikin. Xebatkar bibir xist ku dem dem kesên nû jî tên û wiha got: "Yên ji derve tê qedexe ye ku wênegir, telefon û amûrên elektronik têxe hundir. Çend meh berê xebatkar bi telefonê ket hundir. Dema ferq kirin ew derxistin der ve bû birin qereqolê.

Kesên wan derbasî çewlîkê dikin jî wan ji ser ta pê seh dikin.

24 saetan li dora vîllayan nobetê digirin û vîla bi kamerayan tên şopandin.