Rektor gilî kir: Ji bo xwendekarên Bogazîçiyê cezayê li malê hate xwestin

Ji ber gilîkirina qeyyûmê rektor Nacî Încî ji bo îfadedayinê bangî xwendekarên Bogazîçiyê hate kirin. Xwendekar bi daxwaza ‘li malê girtî bin’ sewqî dadgehê hate kirin.

Ji ber gilîkirina qeyyûmê rektor Nacî Încî 5 xwendekaran li Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê îfade dan. Xwendekar bi daxwaza ‘li malê girtî bin’ sewqî dadgehê hatin kirin.

Li ser hesabê twîtterê yê Berxwedana Bogazîçiyê ev daxuyanî hate dayîn “5 hevalên me yên di lîsteya gilîkirinê ya Nacî Încî de îro ji bo îfadedayînê çûn dadgeha li Çaglayanê. Piştî îfadedayinê bi daxwaza ‘li malê girtî bin’ sewqî dadgehê hatinkirin. Em vî tiştî qebûl nakin. Hevalên me berdin.”